Li Ewûstûralya yê eleqeyek mezin nîşanî kampanya Malbata Xwîşk û Bira tê dayîn
Kampanya Malbata Malbata Xwik û Bira ya ku bi pêşengiya Heyva Sor a Kurdistanê û HDP’ê hatî destpêkirin, li Ewûstûralya yê bi eleqeyek mezin hate pêşwazîkirin.
Kampanya Malbata Malbata Xwik û Bira ya ku bi pêşengiya Heyva Sor a Kurdistanê û HDP’ê hatî destpêkirin, li Ewûstûralya yê bi eleqeyek mezin hate pêşwazîkirin.
Kampanya hatî destpêkirin ya aliyê Ewûstûralya yê, Navenda Civaka Demokratik a Kurd û Federasyona Civaka Demokratîk a Kurdên Ewûstûralya yê girte serxwe.
Li welat kampanya ku vaye demek kurte hatî destpêkirin, bi taybet li bajarên Melbourne, Sydney û Perthê bi eleqeyek mezin tê pêşwazî kirin.
Hate diyarkirin ku li bajarê Melbuorne hejmara malbatên ku tevlî kampanyayê bûyîn gehişte 90 malbatan, li bajarên Sydney û Perthê jî bi dehan malbat tevlî kampanyayê bûne.
Ji ber sedema pandemiyê kampanya li ser tora civakî bi rêya telefonê tê berdewam kirin.