Li Ewrûpayê çalakiyên pankartan didome
Li bajarên Montpellîera Fransayê û Mannheîma Elmanyayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan li gelek cihan pankart hatin daliqandin.
Li bajarên Montpellîera Fransayê û Mannheîma Elmanyayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan li gelek cihan pankart hatin daliqandin.
MONTPELLÎER
Komîna Jinan a Delal Amed, di çarçoveya “Dema Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan e” de, li Montpellîerê çalakiya daliqandina pankartan hate lidarxistin. Li gelek navendên bajêr pankart hatin daliqandin.
MANNHEÎM
Li Mannheîma Elmanyayê jî bi heman armancê pankartên bi daxwaza “Azadî ji bo Ocalan” li ser pirên li navendên bajêr hatin daliqanin.
Li gel herêmên din ên Mannheîmê, li gelek navendên herêmên Heîdelberg, Landaû û Lûdwîgshafenê di derbarê azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan de pankartên mezin hatin daliqandin.
Çalakiyên pankartan 1’ê Mijdarê ji bo armanca daxwaza azadî û balê bikişînin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate destpêkirin. Hetanî niha li dehan bajaran çalakiyên bi vî şêweyî hatine lidarxistin. Kampanyaya pankartan wê heta 10’ê Mijdarê dom bikin.