Li Ewropayê tecrîda li ser Ocalan hate protesotkirin

Bi çalakiyan tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dîsa êrîşa dewleta Tirk a li ser Zînî Wertê ya Başûrê Kurdistanê li Ewropayê tê protestokirin.

ZURÎH

Jı aliyê aktivîstên Meclîsa Jinan a Bêrtîna li Helvetîaplatz a bajarê Zurîh a Swîsreyê êrîşên dewleta Tir a li ser Başûrê Kurdistanê dîsa li ser Zînî Wertê û Mexmûrê hate protestokirin.

BASEL

Li bajarê Basel jî aktivîstên Meclîsa Jinan a Ronahî bi heman armancê li stasyona trenê ya navenda bajar çalakiyek kirin.

PARÎS

Li paytexta Fransa Parîsê bi pankarteke ku li nûnertiya PDK’ê hate daliqandin êrîş hatin protestokirin.

MARSÎLYA

Ciwanên Kurd ên li Marsîlya hatin ba hev, li sê nuqteyan pankartên bi nivîsên ‘Ji bo hemû girtiyên siyasî azadî’, ‘Rê bidin jiyîna Rêbertiya me’ û ‘Destê xwe yê qirêj ji Kurdistanê vekişin’ hildan û êrîş protesto kirin.