Li Ewropayê seferberiya şoreşger hate destpêkirin

Ji bo xwedîlêderketina pêngava şoreşger a HBDH û KBDH’ê li Ewropayê seferberiya şoreşger hate destpêkirin.

Ji bo xwedîlêderketina pêngavê li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê mîtîngek hate lidarxistin. Di mîtîngê de alayên HBDH, Partîzan, MLKP, TKEP-Lenînîst, TÎKB , DKB û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate hildan.

Çalakger li qada Kleberê kom bûn û li ser navê çalakgeran daxuyaniyek hate xwendin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Em seferberiya têkoşînê ya HBDH’ê bi şîara ‘Em ê faşîzmê hilweşînin, azadiyê bi dest bixînin’ bi coşa xwe ya şoreşgerî silav dikin.

HBDH û KBDH banga serhildanê li me dike. Ev şer li dijî faşîzmê ye. Ev şerê azadiyê ye.

Dema me got aştî bombe li ser me barandin, me got demokrasî em grtin. Êşkence li gelê me kirin û ji helîkopterê avêtin. Êdî bes e, em jî dixwazin wekî mirovan bijîn.

Em bi banga Şoreşa Yekgirtî radibin ser pêyan. Şoreşgerên Tirkiye û Kurdistanê bûn yek û rêya azadiyê nîşanî bindestan dide. Astengiya mezin a rê li ber azadiyê digire, faşîzm e. Em ê faşîzmê hilweşînin. Em ê bi wan re bazariyê nekin. Ew bi tenê zimanê çalakger dizanin, em ê jî bi zimanê kolanê desthilatdariya wan hilweşînin. Êdî em ê nesekinin û daxwaz nekin. Em ê zend û bendan badin û çi tiştên me yên di destê wan de hebe, em ê ji wan bistînin.

Em ê faşîzmê hilweşînin! Azadiyê bi dest bixin.”