Li Ewropayê protestokirina dewleta Tirk didome

Êrîşên qirker û dagirker ên dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê li gelek bajarên Ewropayê tên protestokirin.

Li Ewropayê protestokirina êrîşên dewleta Tirk a li ser Herêmên Parastinê yên Medya, Mexmûr û Şengalê bê navber didomin.

HELSÎNKÎ

Bi hezrana kesên li pêşiya parlementoya paytexta Fînlandiya Helsînkî kom bûn, êrîşên dewleta Tirk protesotkirin. Di êrîşê de nerazîbûn nîşanî bêdengiya DYE, dewletên Ewropa û hêzên navneteweyî yên li ber êrîşên dewleta Tirk dan.

DEN HAAG

Kurdistaniyên li pêşiya avahiya parlementoya Den Haag a Hollandayê hatin ba hev êrîşên dewleta tirk a li Başûrê Kurdistanê protestokirin. Di çalakiyê de bi Hollandî û Îngîlîzî belavok hatin xwendin.

MÛLHOÛS

Li ser banga Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwan ên Azada Kurdistaniyên li Mûlhoûs a Fransayê haitn ba hev êrîşên dewleta Tirk a li qadên gerîla, Mexmûr û Şengalê protesotkirin.

KASSEL

Li Qada Konîgplatez a Kasel a Elmanyayê bi pêşengtiya Komeleya Navenda Civaka Kurd saet 18:00’an çalakiyek hate kirin û êrîşên dewleta Tirk protesto kirin. Di çalakiyê de pankatata ‘Cîhan tev bi koronayê re şer dike, Erdogan bi balafirên şer li Kurdistanê bombeyan li Kurdan dibarîne’ hate vekirin. Her wiha gel jî piştevanî dan çalakiyê.

NURNBERG

Li Nurnber a Elmanyayê ji aliyê Mala Gel a Medya ya Nurnbergê ve êrîşên dewleta Tirk a dagirker hatin protestokirin. Di çalakiyê de pankarta ‘Artêşa Tirk ji Kurdistanê derkeve’ hate vekirin û dirûşmên ‘Terorîst Erdogan’, ‘Faşîst dewleta Tirk ji Kurdistanê bi cehenime’ hatin qîrkirin.

STÛTTGART

Tevgera Ciwanên Şoreşger, NCKD, MLKP, Sosyalîstên çep ên Elman ên li Qada Schlossplatez (Kobanê) a Stûttgart a Elmanyayê hatin ba hev êrîşên dewleta Tirk şermezarkirin. Di daxuyaniya li ser navê saziyan hate kirin de hate gotin ku di serî de dewleta Tirk erdnîgariya Kurdistan, Mexmûr, Şengal û deverên qadên gerîla bombe dike. Di daxuyaniyê de hate gotin ku bila li ber êrîşan bêdeng nemînin.

BASEL

Kurdistaniyên li Basel, Zurîh, Lûzern û Lozanê hatin ba hev dagirkeriya dewleta Tirk protesto kirin. Kurd û dostên wan ên li Qada Clarplatzê hatin ba hev çalakî kirin û êrîş protesto kirin. Çalakiya qasî saetekê dom kir, bi zimanê Elmanî belavok xwendin.

ZURÎH

Kurdisaniyên li pêşiya parlementoya Zurîh a Swîsreyê hatin ba hev dagirkeriya Tirk protesto kirin. Navenda Civaka Kurd, Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Swîsre, PYD, Tevgera Jina Kurd, Komîteya Rojava jî di nav de gelek kes tevî çalakiyê bûn. Dîsa li Qada Rathaûsê li ser banaga Yektîya Hêzê ya Demokratîk a Swîsre çalakiyek hate kirin û bi zimanê Elmanî belavok hate xwendin.

LUZERN

Li ser banga Navenda Civaka Kurd a Demokratîk li Bahnhofplatz Kurditaniyan bi çalakiyekê dagirkeriya Tirk a li Kurdistanê protesto kirin. Piştî belavoka bi zimanê Elmanî hate xwendin û şûnde çalakî bi dawî bû.