Li Ewropayê li dijî bêdengiyê çalakiyên bêdeng hate lidarxistin

Bêdengiya li dijî grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê kirin, li Ewropayê bi çalakiyên girseyî tê protesto kirin.

Li gelek bajarên Ewropayê bêdengiya li dijî berxwedana grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi pêşengiya Hevseroka KCD û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven tê kirin, bi çalakiyan tê protesto kirin.

PARÎS

Li paytexta Fransa Parîsê Kurdistanî û dostên wan bêdengiya welatên Ewropa ya li dijî grevên birçîbûnê bi çalakiyekî bêdeng protesto kirin.

Çalakî saet 14:00’an li pêşiya kûleya Eîffel li qada Trocadero ya Parîsê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir.

Di çalakiyê de pankarta “Ji Ocalan re azadî” û “Em hemû Leyla ne” hate hildan. Nûnerên ACTÎT, nûnerê Partiya Komunîst a Fransayê Pascal Torre û  Ozkan Ozdemîr ê ji 1’ê Nîsanê ve di greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger de ye piştgirî dan çalakiyê.

Beriya çalakiyê berxwedêrê greva birçîbûnê Ozkan Ozdemîr axivî û got; “Weke sosyalîstekê ez birûmet û serbilind im ku beşdarî greva birçîbûnê bûme. Baweriya min heye ku wê berxwedana me encam bigre. Em ê tecrîdê bişkînin faşîzmê têk bibin.”

Çalakiya protestoyê nêzî du saetan dom kir û çalakî bi dirûşmeya “Ji Ocalan re azadî” bi dawî bû.

RENNES

Li bajarê Rennes a Fransayê jî çalakiya bêdeng hate lidarxistin. Girse li Qada Şaredariya Rennesê li hev civiyan û bi banda reş devê xwe girtin. Çalakî ji aliyê endamên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd û Komeleya Jinan a Zîn ve hate lidarxistin û di çalakiyê de bêdengiya welatiyên Ewropayê hate protesto kirin.

Di çalakiyê de belavokên têkildarî daxwazên berxwedêrên greva birçîbûnê jî hatin belav kirin.

KOLN

Li bajarê Koln a Elmanyayê jî Kurdistaniyan li Dêra Domê çalakiyek lidarxist.

Kudistanî saet 14:00’an li hev civiyan, bi banda reş devê xwe girtin û bêdengiya Ewropa ya li dijî tecrîdkê protesto kirin. Ji bo 7 hezar çalakgerên greva birçîbûnê weke sembolîk 70’î kesan xeleka ji mirovan pêk tê avakirin û wêneyên berxwedêrên greva birçîbûnê hildan..

MANNHEÎM

Li bajarê Elmanya Mannheîmê li pêşiya HBF çalakiyek bêdeng hate lidarxistin. Girseya gel seat 14:00’an li hev civiyan, belavok belavkirin û xwendin. Girseya gel bi banda reş devê xwe girtin, CPT û AKP protesto kirin.

STÛTTGART

Li bajarê Elmanya Stûttgartê Kurdistanî li Rotebuhlplazê li hev civiyan û bêdengiya Ewropayê protesto kirin.

Di çalakiyê de hate diyar kirin ku greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Leyla Guven di qonaxekî metirsîdar de ye û banga xwedî derketinê hate kirin. Di çalakiyê de wêne û pankartên girêdayî Ocalan û Leyla Guven hate hildan.

Di çalakiyê de belavokên têkildarî grevên birçîbûnê hatin belav kirin.