Bêdengiya raya giştî ya cîhanê bi çalakiyên bêdeng hate protestokirin
Bêdengiya li dijî grevên birçîbûnê yên ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li ser Ocalan li gelek bajarê Ewropayê bi çalakiyên bêdeng hate protesto kirin.
Bêdengiya li dijî grevên birçîbûnê yên ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li ser Ocalan li gelek bajarê Ewropayê bi çalakiyên bêdeng hate protesto kirin.
Bêdengiya li dijî berxwedana grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi pêşengiya Hevseroka KCD û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven tê kirin, li gelek bajaran bi çalakiyên bêdeng hate protesto kirin.
BERLÎN
Li Berlînê ya ku paytexta Elmanyayê ye ji bo balkişandina li ser çalakiyên greva birçîbûnê çalakiyek bêdeng hate lidarxistin.
Li Berlînê çalakiyên ji bo piştevaniya grevên birçîbûnê didomin. Îro danê nîvro girseyek qelebalix li qada Kûdam a navenda bajarê Berlînê li hev kombûn û mîtîngekî protestoyê lidarxist. Di çailakiyê de bêdengî û helwesta dewleta Elman a li dijî çalakiyên greva birçîbûnê hate şermezar kirin.
Çalakgeran li beramberî grevên birçîbûnê banga hestiyariyê li hikûmeta Elman û çapemeniya Elmanyayê kirin.
HAMBÛRG
Li bajarê Hambûrg a Elmanyayê jî çalakiyek bêdeng hate lidarxistin. Girseya gel li Semta Altona li hev civiyan, cilên spî li xwe kirin û bi armanca şermezarkirina dewletên Ewropayê devê xwe bi banda reş girtin.
Di çalakiyê de li ser navê Meclîsa Jinan a Rojbîn Leyla Ksya axivî û got; “Grevên birçîbûnê çalakiyekî polîtîk e.”
Di çalakiyê de pankarta “7000 Kurd di greva birçîbûnê de ne” hate hildan û çalakî du seatan dom kir.
DUSSELDORF
Li Semta Konîgsalle ya bajarê Dusseldorf a Elmanyayê jî çalakiyek hate lidarxistin. Di çalakiyê de bêdengiya li dijî berxwedana grevên birçîbûnê hate protesto kirin.
LÎMASSOL
Li bajarê Lîmasol a Qibrisê jî bi çalakiyekî bêdeng bêdengiya li dijî tecrîdê hate protesto kirin.
Kurdistaniyan bêdengiya Netewên Yekbûyî û CPT şermezar kirin û li Qada Marîna çalakiyek lidarxist.
Girseya gel cilên reş li xwe kirin, devê xwe bi banda reş girtin û 3 saetan çalakî lidarxist.
Di çalakiyê de pankarta “Bêdengî dikuje, 7000 kes di greva birçîbûnê de ne bêdeng nemînin” û dovîz hatin hildan.
ATÎNA
Li paytexta Yewnanîstan Atînayê li Qada Syntagma çalakiyekî bêdeng hate lidarxistin.
Girseyê cilên spî lixwe kirin û çalakiya bêdeng lidarxist. Çalakgeran bi banda reş devê xwe girtin û diyar kirin ku li Ewropa, Kurdistan û cîhanê bi hezaran kes li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne.
Çalakî bi deqîqeyek rêzgirtin û merşa ‘Çerxa Şoreşê’ destpê kir. Li ser navê çalakgeran Şenre Salih axivî û got; “Divê serî de CPT, Konseya Ewropa û dewletên Ewropa û hemû saziyên Ewropayê demildest bikevin nava tevgerê û dawî li bêhiqûqiya dewleta Tirk bînin.”
Li Atînayê ji bo piştevaniya bi berxwedana grevên birçîbûnê re wê standa agahdar kirinê were danîn.
Çalakî ji aliyê Navenda Çanda Kuristan û Tevgera Ciwanên Şoreşger ve hate organîzekirin û Pltforma Yekîtiya Çalakiyên Bakurê Kurdistan-Tirkiye piştgirî da çalakiyê.
Li qada çalakiyê wêneyên Ocalan û Guven û alayên PKK, KCDK û HBDH hatin daliqandin.