Li Ewropayê Kurd û dostên wan li dijî AKP û MHP’ê daketin qadan

Kurdistanî û dostên wan li bajarên Ewropayê daketin qadan û êrîşên qirker û darbekar ên AKP û MHP’ê protesto kirin.

GOTTÎNGEN

Li bajarê Gottîngen ê Elmanyayê bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwan ên Azad çalakiyek hate lidarxistin. Çalakgerên Kurdistanî û enternasyonalîst tecrîda Îmralî û darbeya li meclîsê protesto kirin. Bang li saziyên Ewropayê hate kirin ku bila li hemberî êrîşan bêdeng  nemînin.

DÛÎSBÛRG

Li bajarê Dûîsbûrgê yê Elmanyayê jî li pêşiya gara trênê mîtîngek hate lidarxistin. Di çalakiyê de êrîşên li ser herêma Zînî Wertê ya Başûrê Kurdistanê, desteserkirina 5 şaredariyên HDP’ê û betalkirina parlementeriya du parlementerên HDP’ê hate protestokirin.

Di çalakiyê de bi Elmanî û Kurdî axaftin hate kirin û bang li raya giştî hate ya Ewropayê hate kirin ku bila li hemberî êrîşên dagirker bêdeng nemînin û helwesta xwe diyar bikin.

STOCKHOLM

Li Stockholmê ya ku paytexta Swêdê ye ji bo hevgirtina jinên Efrînê û parlementera HDP’ê Leyla Guven çalakiyek hate lidarxistin.

Jinên Kurd di vê çalakiyê de êrîşên dewleta Tirk û çeteyên DAÎŞ’ê yên li dijî Efrînê protesto kirin.

Çalakgeran diyar kirin ku her hefte roja Şemiyê wê li Qada Sergelstorgê saet di 13.00’an de çalakî were lidarxistin.

BRUKSEL

Li Bruksela Belçîkayê jî bi tevlêbûna TJKE, NAVBEL û SKB’ê li Place de Monnaîeyê çalakî hate lidarxistin. Di çalakiyê de desteserkirina parlementeriyê hate protestokirin û hate diyarkirin ku di şexsê Leyla Guven de dixwazin îradeya Kurdistanê were desteserkirin.