Li Ewropayê ji bo Rojava çalakî hatin lidarxistin
Ciwanên Îtalyan û Elman li hemberî Tirkiyeyê çalakî li dar xistin. Fabrîkeyên ku çekan difiroşin Tirkiyeyê, ciwanan xwe bi deriyê wan zincîr kirin.
Ciwanên Îtalyan û Elman li hemberî Tirkiyeyê çalakî li dar xistin. Fabrîkeyên ku çekan difiroşin Tirkiyeyê, ciwanan xwe bi deriyê wan zincîr kirin.
ROMA
Li navçeya Settecamînî ya Romaya Îtalyayê li pêşiya fabrîkeya ku çekan difiroşe Tirkiyeyê çalakî hate lidarxistin. Ciwanan xwe bi deriyê fabrîkeyê zincîr kirin û nehiştin ku çek werin firotin. Ciwanan diyar kirin ku “Her fîşeka ku hûn dişînin li dilê gelê Rojava dikeve. Bazirganiya leşkerî ya bi Tirkiyeyê bidin sekinandin.”
TORÎNO
Li Torînoyê jî li Zanîngeha Campûs Lûîgî Eînaûdîyê li hemberî êrîşên dagirker ên li ser Rojava çalakî hate lidarxistin. Ciwanan name ji NATO’yê re nivîsandin û gotin “Çekan nefiroşin Tirkiyeyê.”
KASSEL
Li bajarê Kasselê yê Elmanyayê jî ji bo Rojava çalakî hate lidarxistin. Ketin û derketina şîrketa çekan a Kraûss-Maffeî Wegmannê hate girtin. Çalakî sibehê saet di 06.00’an de dest pê kir û hê jî didome.