Çalakiyên konvedanê ya 3 rojan ên di 24'ê Cotmehê de li gelek bajaran hat destpêkirin di roja duyemîn de berdewam kir, li hin bajaran jî di 25'ê Cotmehê de çalakî destpê kir.
Çalakî di çarçoveya Pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” ku ji 10’ê Cotmehê ve li zêdetirî 100 navendan ji aliyê dostên gelê Kurd ve hatibû destpêkirin, pêk tên.
BORDEAUX
Vê Çarşemê li bajarê Bordeaux ê Fransayê kon hat vedan û bi zimanê Fransî û Îngilîzî agahî hatin dayîn. Di çalakiya kon de pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û belavokên têkildarî tecrîdê li derdorê hatin belavkirin.
KOPENHAG
Çalakiya kon a ku li bajarê Kopenhagê yê Danîmarkayê dest pê kiribû, di roja duyemîn de berdewam kir.
Di çalakiyê de ji bilî belavokên der barê tecrîdê de broşurên ku fikrên Abdullah Ocalan vedihewînin hatin belavkirin.
Sosyalîsta Rojhilatê Kurdistanê Hîdayet Mele Elî di çalakiya li ber Parlamentoya Danîmarkayê de axivî û wiha got: "Abdullah Ocalan tevî hemû şert û mercên giran ên girtîgeha Îmraliyê li ber xwe dide û perspektîfên azadî, çareserî û jiyanê pêşkêş dike. Parastina Abdullah Ocalan parastina azadiyê û hemû nirxên gelê Kurd e."
Mele Elî di berdwama axaftina xwe de got: "Parastina Abdullah Ocalan erkeke lezgîn e.” Çalakî wê 26’ê Cotmehê bi dawî bibe.
DEN HAAG
Çalakiya kon ku di 24’ê Cotmehê de li bajarê Den Haag ê Hollandayê dest pê kir, di roja duyemîn de didome.
Di roja duyemîn a çalakiya ku bi pêşengiya tevgera jinên Kurd li ber Parlamenta Hollandayê didome de, ji bo agahdarkirina tecrîdê û hişyarkirina gel belavok belav kirin. Çalakgeran diyar kirin ku armanca wan ew e ku dengê xwe bigihînin her kesî.
DRESDEN
Li bajarê Dresdenê yê Elmanyayê di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî” kon hat vedan.
Konê ku ji aliyê Meclîsa Jinê ya Uta ve li meydana Albertplatzê hat vedan, ji hêla gelek kesan ve hat serdankirin. Parlamenterê Partiya Çep Mîrko Schulze jî beşdarî çalakiyê bû, axaftinek kir û diyar kir ku divê Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî azad bin. Schûlze wiha got: "Pêwîst e em bi hev re ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têbikoşin. Ji ber vê yekê ez piştgiriyê didim pêngava Azadiya Abdullah Ocalan, Çareseriya Pirsgirêka Kurd."
Berdevka Meclîsa Jinê ya Uta Fatê Han jî dosyayên ku li ser tecrîd û êşkenceya Îmraliyê û azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan hatine amadekirin radestî rayedarên CDU, SPD, FDP û Partiya Keskan kir.
FRANKFÛRT
Çalakiya kon ku di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê ji aliyê Meclîsa Jinê ya Amara ve hat organîzekirin, di roja duyemîn de di bin barana zêde de dewam kir.
Çalakiya ku li navenda bazarê Hauptwache tê lidarxistin wê sibê heta saet 17.00’an bidome.
BERLÎN
Çalakiya konvedanê ku li paytexta Berlîn Elmanyayê di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” de hat destpêkirin di roja duyemîn de berdewam kir.
Çalakî ji aliyê Meclîsa Jinê ya Dest Dan û Nav Berlînê ve hat organîzekirin. Di çalakiyê de têkîldarî pergala tecrîdê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û misogerkirina azadiya wî ya fîzîkî daxuyanî hatin dayîn û belavok hatin belavkirin.
Di daxuyaniyan de wiha hate gotin: Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan beriya 25 salan servisên veşartî jî di nav de bi komploya hêzên navneteweyî dîl hat girtin û radestî Tirkiyeyê kirin. 32 meh in tu agahî ji Rêberê Gelê Kurd nayê girtin. Ji ber vê em ê tecrîda ku di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li ser gelê Kurd tê meşandin bişkînin û heta azadiya fîzîkî ya Rêbertiya xwe li qadan bin.”
STOCKHOLM
Çalakiya konvedanê ya bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Amara li bajarê Stockholmê yê Swêdê hat vekirin, di roja 3’yemîn de bi dawî bû.
Îro li Swêdiyên ku li ser rewş û perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meraq dikirin, belavok û broşur hatin belavkirin. Ji xwendekarên ku dixwestin lêkolînê bikin jî pirtûkên ku wergerî zimanên biyanî hatine kirin, diyarî dane wan.