Li Ewropayê dagirkerî û xiyanet hat protestokirin, berxwedana gerîla hat silavkirin

Kurdistaniyên li Ewropayê li dijî êrîşên dagirkeriyê daketin qadan. Di çalakiyan de xiyanet hat protestokirin û berxwedana gerîla hat silavkirin.

ÇALAKIYÊN LI DIJÎ ÊRÎŞÊN DAGIRKERIYÊ

Li dijî êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker bêyî navber li Kurdistanê pêk tîne, li bajarên Ewropayê meş hatin lidaraxistin.

ZURÎH

Kurdistanî û dostên li ser banga Konseya Kurd a Demokatîk (CDK-S) û Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) bi pêşengiya Însîyatîfa Defend Kurdistan (Kurdistanê Biparêze) li qada Helvetîa a Zurîhê li hev civiyan.

Gel hêrsa xwe ya li dijî êrîşên dewleta Tirk ên bi hevkariya PDK’ê binesaziya sivîl hedef digire, anîn ziman û bi sirûd û dirûşmeyên ku piştgiriya gerîla dike meşiyan.

Bi sedan Kurdistanî û dostên wan piştî meşa ku li qada bajêr nêzî saeteke dewam kir, gihiştin Qada Helvetîa li vir mitîngeke li dar xistin.

Di çalakiyê de ji bo bîranîna şehîdên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê deqeyek rêz hate girtin.

Hevseroka CDK-S’ê Dîlan Çetînkaya şehîdên 14’ê Tîrmehê bi bîr anî û pratîka çalakiya 50 salî ya Tevgera Azadiya Kurd bi bîr xist û wiha got: “Ev hemû êrîşên li dijî Kurdistanê tu car negihîşt encamê.”

Dîlan Çetînkaya anî ziman ku Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li dijî van êrîşan berxwedaneke destanî raber kirin û wiha got: “Rêveberiya PDK’ê û Malbata Barzanî ji bo berjewendiyên xwe azadî û pêşeroja bi milyonan Kurd tune hesiband. Ji bo ku yekîtiya çar parçeyên Kurdistanê pêk were divê xwedî li gerîlayên Kurdistanê bê derketin. Em soz didin berxwederên li Zap, Metîna û Avaşînê; Berxwedana we berxwedana me ye. Em ê teqez bi ser bikevin.”

Li ser navê Dîwana Hevserokatiyê ya KCDK-E’ê Musa Farisogullari axivî û wiha got: “Dewleta Tirk a dagirker her gava ku li qada siyasetê xetimî, bi hedefgirtina destkeftiyên gelê Kurd êrîşî Kurdistanê kir. Rêveberiya PDK’ê ku xwe weke partiyeke Kurdistanî dibîne, bi xiyanet û hevkariyê piştgiriya xwe ji bo van êrîşên ku li Başûrê Kurdistanê xiyanetê ferz dike, didomîne. Li ser bingehê yekîtiya neteweyî ya Kurd bang li PDK’ê dikin ku dev ji vê polîtîkayên xiyanetê berde.”

Di çalakiyê de li ser navê Defend Kurdistan daxuyanî hat dayîn û çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.

LUDWIGSBURG

Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li bajarê Ludwîsburgê hat protestokirin.

Kurdistaniyên ku li bajarê Ludwisburg ê Elmanyayê li hev civiyan, bi meş û daxuyaniya çapemeniyê êrîşên dagirkeriyê protesto kirin.

Kurdistaniyên ku li ser banga Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Stuttgartê li Ludwisburg Bahnhof li hev civiyan, heta Markplatzê meşiyan û bertek nîşanî êrîşên dagirkeriyê dan.

Di çalakiyê de gelek caran dirûşmeyên "Jin Jiyan Azadî", "Bijî Serok Apo", "Bijî Berxwedana Gerîla" hatin berzkirin û bang hat kirin ku li dijî qirkirina Kurd helwest bê girtin.

Di çalakiyê de daxuyaniya KON-MED’ê hate xwendin û hate destnîşankirin ku êrîşên dagirkeriyê yên li ser Başûrê Kurdistanê hemû Kurdistanê bandor dike û hate diyarkirin ku hedefa dewleta Tirk qirkirina Kurdan e.

Di danezana ku ji aliyê hevserokên Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Stuttgartê Mesût Aram Daghan û Pervîn Azadî ve hat xwendin de wiha hate gotin: “Êrîşên artêşa Tirk a dagirker dewam dikin. Ev êrîşê herêmên Şengal û Rojava yên li Başûrê Kurdistanê hedef digirin. Armanca wan êrîşan ew e ku azadî û destkeftiyên gelan ji holê bên rakirin. Dagirkerî û qirkirin parçeyek ji polîtîkaya dewleta Tirk a li dijî Kurdistanê ye. Dewletên herêmî û hêzên navneteweyî jî li dijî van êrîşan bêdeng in û piştgirî didin. KON-MED bang li her kesê dike ku li dijî sûc û qirkirina li dijî mirovahiyê, dagirkerî û qirkirina li dijî gelê Kurd rabin.”

DARMSTADT

Li bajarê Darmstadt ê Elmanyayê dagirkerî û xiyanet hat protestokirin û berxwedana gerîla hat silavkirin.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Federasyona Kawa FCDK’ê ve hat organîzekirin de danezana bi zimanê Elmanî hat xwendin.

Di çalakiyê de gelek caran bi dirûşmeyan berxwedan gerîla hat silavkirin û dagirkerî û xiyanet hat protestokirin.

AMSTERDAM

Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li paytexta Hollanda Amsterdamê bi tevlîbûna dehan kesan bi meş û mitîngekî hat protestokirin.

Di meşa ku li navendê hat lidarxistin de li ber stranên berxwedanê dirûşme hatin berzkirin.

Di mitîngê de dagirkerî û xiyanet hat şermezarkirin û wiha hate gotin: “Em yek kes jî bimînin wê berxwedan dewam bike.”