Li Ewropayê 15’ê Tebaxê hate pîrozkirin

Kurdistanî li gelek bajarên Ewropayê hatin ba hev û 15’ê Tebaxê Cejna Vejînê pîroz kirin.

Kurdistanî û dostên wan îro saet di 16.0’an de li parka Ralambshov a Stockholma Swêdê hatin ba hev û 15’ê Tebaxê Cejna Vejînê pîrozkirin.

Çalakgeran kon vedan, portreyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şehîdan bi bi kon ve daliqandin.

Di çalakiyê de li axaftina kurt a Fermandarê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Mûrat Karayilan a derbarê Pêngava 15’ê Tebaxê hate guhdarîkirin.

Hevserokê KNK’ê Ahmet Karamûs jî 15’ê Tebaxê ji ANF’ê re nirxand û diyar kir ku Pêngava 15’ê Tebaxê serhildaneke neteweyî ye. Karamûs diyar kir ku destkeftiyên gelê Kurd piştî Pêngava 15’ê Tebaxê hatiye bidestxistin û got, “Serhildan û berxwedana 36 salan îro li dinyayê kêm mînakên wê hene.”

Kurdistaniyan li ber sirûdên bi Kurdî yên hunermendên TEV-ÇAND’ê govend gerandin.

VIYANA

Li Viyanayê ya ku paytexta Evûstûryayê ye jî 15’ê Tebaxê Cejna Vejînê hate pîrozkirin.

Pîrozbahî ji aliyê TEKO-JIN û TCŞ’ê hate organîzekirin.  Çalakî bi rêzgirtina ji bo şehîdên şoreşa Kurdistanê hate destpêkirin û piştî rêzgirtinê derbarê Pêngava 15’ê Tebaxê axaftin hate kirin.

KÎEL

Li bajarê Kîelê yê Elmanyayê jî 15’ê Tebaxê hate pîrozkirin. Li qada pîrozbahiyê posterê Mahsûm Korkmaz (Egîd) û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gelek şehîdan hate daliqandin. Di axaftinan de hate diyarkirin ku 15’ê Tebaxê ji bo gelê Kurd mîladeke û şehîd Mam Zekî Şengalî jî hate bibîranîn.

KOPENHAG

Li Kopenhagê ya ku paytexta Danîmarkayê ye 15’ê Tebaxê Cejna Vejînê hate pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de bang hate kirin ku divê xwedî li berxwedana Mehmet Tûnç, Avesta Xabûr, Barîn Kobanê, Zekî Şengalî û berxwedana Heftanînê were derketin.

FRANSA

Li bajarên Rennesê, Mantes La jolîe û banliyoyeya Evryê jî 15’ê Tebaxê Cejna Vejînê hate pîrozkirin.

MARSÎLYA

Li bajarê Marsîlyayê yê Fransayê jî Cejna Vejînê hate pîrozkirin. Kurdistanî û dostê wan li La Rose Parkê hatin ba hev û ji bo şehîdên têkoşîna azadiya Kurdistanê deqîqeyekê rêz girtin.

Di pîrozbahiyê de hunermendên TEV-ÇAND’ê jî stran gotin û berxwedana Heftanînê hate silavkirin.

Di çalakiyê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mahsûm Korkmaz û alayên PKK, YPG û YPJ’ê hatin daliqandin.

LONDRA

Li Londrayê ya ku paytexta Îngîltereyê ye Cejna Vejînê hate pîrozkirin.

Pîrozbahî li Navenda Civakî ya Kurdan a Londrayê htae lidarxistin û di şexsê Mahsûm Korkmaz (Egîd) de ji bo bîranîna şehîdên tevgera azadiyê rêz hate girtin.

Di çalakiyê de Hevserokê Meclîsa Gelê Kurd Ercan Akbal axivî û diyar kir ku bi Pêngava 15’ê Tebaxê di nav gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn de bû çavkaniya bawerî û fedakariyê.

Di çalakiyê de peyama KJK’ê jî hate xwendin û li ser navê Komîsyona Malbatên Şehîdan, Tevgera Ciwanan û KCDK-E Başûr axaftin hate kirin.