Li Evryê serdegirtinê li Parîs, Marsîlya û Dragûîgnanê hatin protestokirin
Serdegirtinên dewleta Fransa yên li dijî Kurdan, bi çalakiyekê li banliyoya Evry a Parîsê hate protestokirin.
Serdegirtinên dewleta Fransa yên li dijî Kurdan, bi çalakiyekê li banliyoya Evry a Parîsê hate protestokirin.
Li banliyoya Evry a paytexta Fransa Parîsê, serdegirtinê hemwext ên li Parîs, Marsîlya û Dragûîgnanê yên li dijî Kurdan, hatin protestokirin.
Li Marsîlyayê di serdegirtinên malan û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ên seatên sibehê de, 9 kes hatin destgîrkirin. Li banliyoya Drancy a Parîsê 1 kes û li Dragûîgnanê jî 2 kes hatin destgîrkirin.
Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Evryê di derbarê van serdegirtin û destgîrkirin de, li ber Walîtiya Evryê çalakiyek protestoyî lidar xist.
Di çalakiyê de li ser navê Meclisa Evryê Levent Yildiz axivî û got, “Ev serdegirtinên di aliyê siyasî de tê kirin ne tesadûfin. Ev serdegirtin pitşî hevdîtinên meha Adarê yên di navbera Serokwezîrê Kurd Tayyîp Erdogan û Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron de pêk hatin.” Yildiz bang li hemû Kurd, Saziyên Civaka Sivîl û partiyên siyasî yên li Ewropayê kir ku bertekên xwe nîşanî van bê edaletiyên li dijî partiyên Kurd tên kirin, bidin.
Çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.