Li Evryê meşa ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re Statu’

Li Evryê meşa ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re Statu’ hat lidarxistin û peyama mezinkirina berxwedanê hat dayîn.

Bi pêşengiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Evry, TCŞ û TEKO-JIN’ê bi dirûşma ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re Statu’ heta qada Mulenê meşek hat lidarxistin.

Gelek kes tevlî meşê bûn û gelek caran dirûşmeyên “Bîjî Serok APO", "Bê Serok Jîyan nabe", "Bîjî berxwedana gerîlla”, “Terorîst Erdogan” û “Li çiyan negere Apoyî li her derê ne” hatin berzkirin.

Piştî meşê daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de destnîşankirin ku azadiya gelê Kurd bi azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêkan e û gotin, “Divê bêyî welateke azad û nasnameyeke azad jiyan li me heram be.”

Her wiha banga mezinkirina berxwedanê hat kirin.