BI DÎMEN

Li Essen û Dûîsbûrgê civînên gel hat lidarxistin

Li bajarê Essen û Dûîsbûrgê civînên gel hatin lidarxistin û banga tevlêbûna meşa 17’ê Sibatê ya li Kolnê hat kirin.

Li bajarê Essen û Dûîsbûrg ê Elmanyayê bi boneya meşa 17’ê Sibatê ya li Kolnê civînên gel hatin lidarxistin. Di civînan de bal kişandin bi ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û banga tevlêbûna meşa 17’ê Sibatê ya li Kolnê hatin kirin.

ESSEN

Bi pêşengiya Meclîsa Gel a Essenê, li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Essenê bi boneya meşa 17'ê Sibatê ya li Kolnê bê lidarxistin, civîna gel hat li darxistin. Di civînê de ji bo giyanê şehîdan deqeyek rêz hat girtin.

Piştî rêzgirtinê Parlamentera berê ya HDP’ê Pero Dundar axivî. Dundar anî ziman ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 25 sal in dibin tecrîdek giran de ye û got: “Her qad ji bo me qada têkoşînê ye. Bê dengî mirine. Em ê li kûdera cihanê bin em ê têbikoşin. Edî dem dema azadiyê ye. Dem dema têkoşinê ye. Wê Faşizim têk biçe. Divê di 17’ê Sibatê de em mil bi mil biherîkin Kolnê û tevlî meşê bibin.”

Civîn bi dirûşmeyên "Bê Serok jiyan nabe" û "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.

DÛÎSBÛRG

Li bajarê Dûîsbûrg ê Elmanyayê jî bi heman armancê civîna gel hat lidarxistin. Civîn bi pêsengiya Meclîse Jinê ya Asya Yûksel û Meclîsa Gel a Dûîsbûrgê li Mala Kurda a Dûîsbûrgê hat lidarxistin. Bi sedan welatî tevlî civîna ji bo Azadiya Reber Apo bûn.

Civîn bi rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan dest pê kir. Piştre Berdevka Têkiliyên Derve ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Nilufer Koç axivî. Koç, bal kişand bi ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Divê her kes di 17’ê Sibatê de tevlî meşa Kolnê bibe. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi felsefeya xwe ya jiyanê hemû planên eperyalîstan vale derxistin. Nih jî bi tecrîdê dixwazin ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Olcalan tolê hildin. Ji bo vê jî divê gelê Kurd û dostên wan di 17’ê Sibatê de biherikin Kolnê û cihê xwe di meşê de bigrin.”

Civîn bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.