Li Erîvanê salvegera demezrandina PKK’ê hat pîrozkirin

Li paytexta Ermenistan Erîvanê bi boneya 45’emîn salvegera damezrandina PKK'ê li Mala Kêmaran civîneke gel hat lidarxistin.

Civîna gel bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir û bi pêşandana sînevîzyona nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li ser damezrandina PKK'ê kiribû, berdewam kir. Parlamenter Kinyaz Hesanov, Hevserokê Komîteya Kurdistanê Silo Dirboyan û helbestvan Mirazê Cemal li ser wate û girîngiya rojê axaftin kirin.

Axaftvanan 27’ê Mijdarê di serî de li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, şervanên azadiyê, gerîla û hemû gelê Kurdistanê pîroz kirin.

Di civînê de hate destnîşankirin ku PKK'ê ji bo gelê Kurd û mirovahiyê jiyaneke nû ava kir û hate gotin ku divê bi Kurdbûna xwe serbilind bin. Axaftvanan diyar kirin ku dijmin hebûna gelê Kurd înkar dike, lê bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û avakirina Partiya Karkerên Kurdistanê her tişt guherî.

Civîn bi dirûşma “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.