Nûçeya Lezgîn: Di demek nêz de wê banga dîrokî ya Rêber Apo di ANF’ê de were weşandin

Li Elmanyayê navê rêyekê kirin Leyla Şaylemez

Li bajarê Halle ya Elmanyayê jinên aktivîst li rêyekê navê şoreşgera jin a Kurd a li Parîsê hate qetilkirin Leyla Şaylemez lê kirin.

Aktivîstên jin ên li bajarê Halle ya dikeve rojhilatê Elmanyayê ji bo bîranîna Leyla Şaylemez a li gel şoreşgerên jin Sakîne Cansizî û Fîdan Dogan ên 9’ê Çileya 2013’an li Parîsê ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin, çalakiyeke kirin.

Aktivîstan ji ber 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê navê (Rêya Schîmmel) Schîmmelstrabe a li navenda bajarê Halle ya malbata Şaylemez koçber bûyî û lê mezin bûbû, navê Leyla Şaylemez lê kirin.