Li Elmanyayê li ber sînagogekê êrîş hate kirin
Li bajarê Halleyê yê Elmanyayê li ber sînagogekê êrîşeke çekdarî hate kirin. Hate diyarkirin ku herî kêm 2 kes mirine.
Li bajarê Halleyê yê Elmanyayê li ber sînagogekê êrîşeke çekdarî hate kirin. Hate diyarkirin ku herî kêm 2 kes mirine.
Li bajarê Halleyê yê Elmanyayê li ber sînagogekê êrîşeke çekdarî hate kirin. Li gorî agahiyên ku polîsan dane bi çekên otomatîk êrîş hatiye kirin û herî kêm 2 kes mirine.
Çavkaniyên li herêmê diyar kirin ku êrîşkar gelek kes bûne.
Tê diyarkirin ku bi vê êrîşê re bombeyeke destan jî avêtine goristana Cihûyan.