Li Elmanyayê demokratên sosyal û Kesk xurt dibin

Li Elmanyayê li gorî ankêteke dawî rêjeya dengên demokratên sosyal ku Olaf Scholz di ber namzeta serokwezîrtiyê re kirine 2 ji 100'î zêde bûne. Peşkên Scholz li Keskan jÎ ketin.

Li Elmayayê Partiya Demokratên Sosyal (SPD) ku desthilatê bi demokratên Xiristiyan re par ve dike heftiya bihurî ji bo hilbijartina federal ku 2021'an wê were çêkirin Wezîrê Darayî Olaf  Schloz di ber namzeta serokwezîriyê re kiribû. Namzetiya Scholz ku di hikûmeta niha de ya bi lîdertiya Angela Merkel alîkarê serokwezîr e karîgeriyeke baş li dengên partiya xwe kir.

Li gorî ankêta raya giştî ya şîrketa Forsayê ya qenalên televizyonê RT/n-tv, li ser pirsa ''Vê Şemiyê hilbijartin hebe hûn ê dengê xwe bidin kê?'' SPD li gorî heftiya bihurî dengê xwe 2 ji 100'î zêde kir lê SPD hê negihaye rêjeya 20 ji 100'î ya hilbijartina giştî ya 2017'an.

Di siyaseta Elman de peşktên Scholz li Partiya Keskan jî ketine û li gorî heftiya bihurî Keskan jî dengên xwe 2 ji sêdî zêde kirin û xwe gihandin 20 ji 100'î yê dengan. Li gorî çavdêrê siyasî SPD û Kesk ev dengên xwe ji Partiya Çepgir a muxalefetê distînin. Partiya Çepgir ku di hilbijartina 2017'an de 9 ji 100'î yê dengan standibû rêjeya dengan a vê heftiyê wek 6 ji 100'î hate ragihandin.

Her wiha di eniya rastgirên radîkal de jÎ deng kêm bûne. Dengên partiya rastgirên radîkal AfD'ê 12,5 ji 100'î kete 9 ji 100'î.