Li Elmanyayê çalakiyên protestoyî: Dewleta Tirk ji Kurdistanê bicehime!
Li bajarên Dortmund û Darmstadt ên Elmanyayê êrîşên qirkirin û dagirkeriyê yên dewleta Tirk hatin protestokirin û peyama, “Dewleta Tirk ji Kurdistanê bicehime” hate dayîn.
Li bajarên Dortmund û Darmstadt ên Elmanyayê êrîşên qirkirin û dagirkeriyê yên dewleta Tirk hatin protestokirin û peyama, “Dewleta Tirk ji Kurdistanê bicehime” hate dayîn.
Li bajarên Dortmund û Darmstadt ên Elmanyayê êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava û Kurdan hatin protestokirin.
DORTMUND
Li bajarê Dortmund ê Elmanyayê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker çalakiyek hat lidarxistin. Di çalakiyê de timî dirûşmeyên “Erdogan ê terorîst ji Kurdistanê bicehime”, “Bijî berxwedana Rojava” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.
Di çalakiyê de li dijî êrîşên dewleta Tirk bang li raya giştî ya navneteweyî hate kirin.
DARMSTADT
Li Luisenplatza bajarê Darmstadt ê Elmanyayê êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wî yên li ser Rojava hatin protestokirin. Mîtîng ji bo bîranîna şehîdan bi deqîqeyekî rêzgirtinê dest pê kir. Piştre danezana ku têkildarî êrîşên li ser Rojava hatibû amadekirin, hate xwendin.
Hevserokê FCDK-KAWA Mehmet Çopan di çalakiyê de axivî û got: “Me duh agahiyek bi êş girt. He roj agahiyên şehadetê tên. Komedyen û şanogerê Kurd Cuma Xelîl (Bavê Teyar) di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a li ser Bendava Tişrînê de şehîd bû. Li wê derê berxwedaneke mezin heye. Li Rojava Kurdistanekî hatiye avakirin, ev yek li zora dagirkeriya Tirk û dewleta kujer diçe. Ji ber vê êrîşî sivîlan dike; bêyî ku bibêje hunermend, tendurîstkar, jin, zarok komkujiyan dike. Em ê li vir her tim li kolanan bin. Heta ku Kurdistan azad bibe em ê li ser lingan bin.”
Di mîtîngê de alên YPJ, YPG û TEV-DEM’ê hatin hilgirtin. Beşdarvanan bi berzkirina dirûşmeyên"Bijî Berxwedana QSD, YPG, YPJ!", "Bijî Berxwedana Rojava!" û "Kujer Erdogan!" çalakî bi dawî kirin.