Bi hezaran kes di salvegera 7’emîn a dagirkirina Efrînê de meşiyan
Li Helebê bi boneya 7’emîn salvegera destpêkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên dijî Efrînê meşekî girseyî hate lidarxistin.
Li Helebê bi boneya 7’emîn salvegera destpêkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên dijî Efrînê meşekî girseyî hate lidarxistin.
Îro bi hezaran koçberên bajarê Efrînê yê dagirkirî û xelkê taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji bo daxwaza
Îro salvegeriya 7ˋemîn a dagirkirina bajarê Efrînê û koçberkirina nêzî 300 hezar şêniyên wê ji hêla dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve ye.
Bi hezaran koçberên Efrînê û xelkê taxên Şêxmeqsûd Eşrefiyê yên bajarê Helebê li pêşiya hola civînan a 8ˋê Adarê ya li beşa rojava ya taxa Şêxmeqsûdê kom bûn û piştre li kolanên her du taxan meşiyan. Di meşê de dirûşmên silavkirina berxwedana Efrînê û berxwedana Bendava Tişrînê hatin hildan.
Li Çerxerêya Zeytûn a li taxa Eşrefiyê meş veguherî mîtîngê. Li wir rêveberê Meclisa Giştî Mistefa Hemo û endama Koordînasyona Kongra Star Reyhan Elo axivî.
Mistefa got xelkê bajarê Efrînê li hemberî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê û teknîlojiya herî pêşketî 58 rojan li ber xwe da.
Mistefa diyar kir ku piştî 7 sal di ser dûrketina wan ji bajêr de ew kêliyekê jî di banga pêkanîna mafên xwe yên rewa û vegera li bajarê xwe dudilî nebûne.
Mistefa di dawiyê de got vegera li Efrînê ji her demê nêzîktir bûye. Reyhan Elo jî got ku ew amade ne di oxira parastina welat de her tiştî pêşkêş bikin.
Reyhan Elo diyar kir ku pêdiviya qonaxa heyî ya piştî 7 salan ji dagirkirina Efrînê bi nûkirina soza ji şehîdan re hatiye dayîn e.
Di dawiyê de dirûşmên silavkirina berxwedana xelkê Efrînê û banga vegera ewle piştî bidawîkirina dagirkeriya Tirk li ser xaka Sûriyeyê hat kirin.