Girtiyên Girtîgeha Tîpa T a Tokatê yên li dijî lêgerîna hundirê dev derketin wan nabin nexweşxaneyê. Girtiyan bi rêya parêzerên xwe binpêkirinên mafan anîn ziman. Girtiyan diyar kirin ku ji ber ew li dijî lêgerîna hundirê dev a ku ji aliyê cendirmeyan ve tê kirin, derktin wan nabin revîr û nexweşxaneyê. Hate hînbûn ku ji ber vê pêkanînê dermankirina girtiyên nexweş nêvî maye û rewşa wan girantir bûye.
Girtiyên ku rewşa wan giran ev in:
“* Mehmet Şîrîn Kaya rehên lingên wî qetiyane. Ji ber vê yekê pêwîstiya wî bi emeliyatê heye.
* Dermankirina girtiyê nexweşê giran Mehmet Tiryakî tê astengkirin. Ji ber ku wî nabin nexweşxaneyê, naxweşiya wî nayê teshîşkirin.
* Cemal Ozgul pêdiviya wî bi emeliyata kataraktê heye.
* Aydin Degîrmencî, pençeşêra kolon pê re heye.
* Girtiyê nexweş ê giran Omer Yaman ê 70 salî pêwîstiya wî bi dermankirinê heye.
* Adnan Çelebî emeliyata fitiqa golimê pê re heye û pêdiviya wî bi fîzyoterapiyê heye.
* Hasan Demîrtaş nexweşiya behcetê ku nexweşiya ku rehên wî elem digirin.
* Îlhan Talay ji derenceyan ket xwarê û hestiyên wî şikestine. Îlhan Talay ê ku divê bê dermnakirin, ji ber ku lêgerîna hundir dev qebûl nake, wî nabin nexweşxaneyê."
Li aliyê din derket holê ku rêveberiya girtîgehê cezayê dîsîplînê li girtî Mehmet Şîrîn Kaya yê ku li dijî lêgerîna hundirê dev derketiye biriye.