Li Elmanyayê bi deh hezaran kesî fûara wesayitan protesto kirin

Li bajarê Munchenê yê li başûrê Elmanyayê, bi deh hezaran hawirdorparêz li hev civiyan û fûara wesayitan şermezar kirin.

Bi hezaran hawirdorparêz li qada Theresienwieseyê li hev civiyan ku qada herî mezin a li rojavayê bajêr e û fûara wesayitan a Elman (IAA) şermezar kirin. Çalakgeran pankartên bi nivîsa "Krîza avhewayê li vir e, pêwîstî bi IAA nîne" û "Bihêlin em gerstêrkê rizgar bikin" hildan.

Çalakgerên bi bîsîkletan jî tevlî van çalakgeran bûn.

Li gorî kolektîfa #Aussteigen ku banga çalakiyê kir, nêzî 25 hezar kes ji bo şermezarkirinê li hev civiyan. Greenpeace, dijberiya globalbûnê Attac û BUND jî di nav de heyşt komele cihê xwe di nava kolektîfê de digirin.

Fûara wesayitan ku ji roja Sêşemê ve dewam dike, vê Yekşemê bi dawî dibe.

Rojên dawî bi pêşengiya kolektîfa hawirdorparêzan gelek çalakî hatin lidarxistin.

Roja Înê çalakgeran standa Mercedes-Benz a li navenda bajêr bloke kirin û pankarta "Wesayit, bi dawî bû" daliqandin.