Li Elmanya û Fransayê bi hezaran li qadan bûn

Li bajarê Darmstadt û Stattgart ên Elmanya û bajarê Lyon ê Fransayê li ser banga Defend Rojava bi hezaran kesên daketin qadan dagirkeriya Tirk protesto kirin.

ELMANYA

Bi hezaran Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Darmstadt û Stûttgart ên Elmanyayê ji bo Roja Rojava ya Cîhanê daketin qadan, êrîşên dagirker û qirker ên dewleta Tirk û çeteyên wê protesto kirin. Di çalakiya li Darmstadtê hewldana provakasyonên polîsan bal kişand. Di axaftinên çalakiyan de hate kirin banga hê zêdetir xwedîderketina li Rojava hate kirin.

DEMASTADT

FRANSA

Kurd û dostên wan ên li bajarê Lyon ê Fransayê kom bûn, ji bo 2’yê Mijdarê Roja Rojava ya Cîhanê meşek lidar xistin. Di meşê de dirûşmên ‘Bijî Berxwedana Rojava’ û ‘Kujer Erdogan’ hate qîrkirin.

Li vir jî hewldanên komên nîjatperest ên hevkarên rejîma AKP/MHP’ê pêk hatin û alozî rû da. Lê bi biryardariya xwepêşandaran ev hewldan vala derket.