Li Dusseldorfê şehîdên meha Çileyê hatin bibîranîn

Li bajarê Dusseldorfê yê Elmanyayê ji bo şehîdên meha Çileyê çalakiyeke bibîranînê hate lidarxistin.

Li bajarê Dusseldorfê yê Elmanyayê şoreşgerên jin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên ku di 9’ê Çileya 2013’an de li Parîsê hatibûn qetilkirin û endama Meclîsa DBP’ê Sêvê Demîr, endama KJA’yê Fatma Ûyar û Hevseroka Meclîsa Gel a Silopiyê Pakîze Nayir ên ku di 5’ê Çileya 2016’an de li Silopiyê hatibûn qetilkirin û di şexsê Ahmet Kiliç (Mûrat Dep/Mele Mûrat) ê ku di bombebarana dewleta Tirk a li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê de şehîd bûbû, şehîdên meha Çileyê hatin bibîranîn.

Di bibîranînê de siyasetmedar û rojnameger Gonul Kaya axivî. Kaya got ku, dema bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re li ser pêvajoya ‘çareseriyê’ hevdîtin dihate kirin Qetlîama Parîsê hatiye kirin û got ku “6 sal ji ser qetlîamê derbas bû. Derket holê ku ev qetlîam ji aliyê MÎT’ê hatiye kirin lê dewleta Tirk daxwaza edaletê ya Kurdan bi cih neanî. Em ê heta dawiyê şopdarê vê dozê bin.”

Kaya qala greva birçîbûnê ya ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî kir û got ku, “Çalakiya greva birçîbûnê bi kesekê hate destpêkirin lê bi tevlêbûna bi sedan kesan didome. Bêdengiya Konseya Ewrûpayê û ya CPT’ê nayê qebûlkirin. Ev grevên birçîbûnê ew ê teqez bi ser bikevin.”