Li Dusseldorfê li dijî tecrîdê ‘xeleka mirovan’ çêkirin

Bi sedan Kurdistaniyên li Dusseldorfê hatin ba hev bal kişandin ser berxwedana li dijî tecrîdê tê kirin. Polîsên Elman ên flamayên Ocalan kirin hince êrîşî çalakvanan kirin.

Ji bo balê bikişînin ser grevên birçîbûnê û rojiyên mirinê yên li dijî tecrîdê li bajarê Dusseldorfê bi hezaran Kurdistanî hatin ba hev.

Di çalakiyê de baskê yekem ji Hbf Dusseldorf, baskê duyê li pêşiya Parlementoya Eyaleta Dusseldorfê kom bûn.

Çalakiya bi deqyek rêzgirtina ji bo gihanê şehîdan destpê kir, xeleka ji mirovan çêkirin û li pêşiya Parlementoyê kom bûn.

Kurdistaniyan dayikên girtiyên di grevên birçîbûn û rojiya mirinê yên li zindanan silav kirin û wêneyên çalakvanan hildan.

Di çalakiyê de bê navber dirûşmên ‘Bijî Berxwedana zindanan’ û ‘Bijî Serok Apo’ hate qîrkirin.

Polîsên Elman hildana posterên Ocalan ê biçûk kirin hincet û êrîş kir. Hate ragihandin ku 3 çalakvan hatin destgîrkirin, dayikek jî hate derbkirin.