Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

Li Dusseldorfê bi hezaran kesan çalakî li dar xistin

Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo piştgiriya grevên birçîbûnê û rojiyên mirinê li Dusseldorfê mîtîngek hate lidarxistin.

Li bajarê Dusseldorfê yê Elmanyayê di çarçoveya pêngava ‘Em tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin û Kurdistanê azad bikin’ û ji bo xwedîlêderketina grevên birçîbûnê çalakî hate lidarxistin.

Di çalakiyê de destûr nehate dayîn ku posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were vekirin. Di çalakiyê de ji bo xwedîlêderketina dayikan girtiyan bi xavikên spî zincîra mirovan hate çêkirin.

Polîsan di çalakiyê de xwestin jinekê destgîr bikin lê çalakgeran nerazîbûn nîşanî polîsan dan.

Di mîtîngê de hevserokê KON-MED’ê Tahîr Koçer got ku “Em vê polîtîkayê qebûl nakin. 7 hezar hevalên me di greva birçîbûnê de ne, em ê ji bo wan biqîrin.”

Siyasetmedarê Kurd Faysal Sariyildiz jî diyar kir ku berxwedêr aştiyê dixwazin û got ku “Rakirina tecrîdê tê wateya azadî û aştiya gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn. Divê em 24 saetan li ser lingan bin. Em êrîşên li ser dayikan jî şermezar dikin.”

Di çalakiyê de polîsan xwestin jinekê dîsa destgîr bikin lê girseyê nerazîbûn nîşan da. Ciwanek ji bo ku pêşî li destgîrkirina wê jinê bigre, ket xwarê. Bi ambûlansê ew ciwan rakirin nexweşxaneyê.

Ligel ku hate astengkirin jî girseyê bi sloganên ‘Bijî Serok Apo’ û Lîebe Ocalan’ çalakiya xwe bi dawî kirin.