Li Dûîsbûrgê şehîd hatin bîranîn

Ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê Akîf Dogan, Mazlûm û Ezda Dêrik li Dûîsbûrgê merasîma bîranînê hate lidarxistin.

Li bajarê Dûîsbûrg ê Elmanyayê bi pêşengiya Komeleya Malbatên Şehîdan (KOMAW) û Meclîsa Gelê Kurd ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê Akîf Dogan, Mazlûm û Ezda Dêrik merasîma bîranînê hate lidarxistin.

Bîranîn li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk hate lidarxistin û bi sedan kes tevlî bîranînê bûn.

Li ser navê KOMAW’ê Haci Çelîk, siyasetmedar Lezgîn Botan, Ehmed Kobanê û malbatên şehîdan axivîn. Piştî axaftinan li sînevîzyonê hate temaşekirin.

Di dawiya merasîmê de dirûşmeyên “Şehîd namirin”, “Bê Serok jiyan nabe”, Bijî Serok Apo” ve “Jin jiyan azadî” hatin berzkirin.