Li Dûîsbûrg, Hîldesheîm û Brûkselê çalakî hatin kirin

Şideta li ser jinê li Dûîsbûrg û Hîldesheîm ên Elmanya û dîsa li Brûkselê êrîşên dewleta Tirk a li Zînî Wertê û şideta li ser jinê bi çalakiyan hatin protestokirin.

Şideta li ser jinê bi çalakiyên li Ewropayê tên kirin tên protestokirin.

DÛÎSBÛRG

Çalakiya şidetên li ser jinê ya li bajarê Dûîsbûrg ê Elmayayê di hefteya 4’an de ye. Çalakî ji aliyê Meclîsa Jinê ya Şehîd Aysel Yuksel ve hate kirin.

Li ser navê meclîsê Reşan Yildirim axivî û Selîm Ahmet Kemaloglû yê ku li Mûglayê Zeyneb Şenpinar qetil kir şermazar kir. Dîsa Yildirim girtina siyasetmedar û aktivîstên jin ên li Amedê jî şermezar kir.

Di dawiya çalakiyê de banga tevlîbûna ji bo çalakiya ku wê 30’ê Gulanê roja Şemiyê li pêşiya Dûîsbûrg HBF’ê bê lidarxistin kir.

HÎLDESHEÎM

Bi çalakiyeke hevpar a ji aliyê NCKD, Melîsa Jinan a Berçem Cîlo û Komuna Jinê ya Meryem ve hate organîzekirin êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li Zînî Wertê, şideta li ser jinê û êrîşên li ser HDP’ê şermezar kirin.

BRÛKSEL

Li paytexta Belçîka Brûkselê bi armanca ji şideta li ser jinê re bêje raweste Piştevaniya Jinê ya Ewropa çalakiyek kirin. Çalakî li Qada Gare Center a Brûkselê hate kirin û ji aliyê TJK-E û SKB’ê ve hate lidarxistin. Di çalakiyê de dowzîên ku şideta li ser jinê tehşîr dike hatin hildan.