Li Dresdenê mîtînga li dijî şer

Li bajarê Dresden a Elmanyayê bi mîtîngekê polîtîkayên şer hatin protesotkirin.

Saet 11:00’an Elmanî, Însiyatîfa Dîaspora ya Ermenî û Meclîsa Gel a Kurd bi hevpar mîtîngek li Altmarktgaleriyê lidar xistin.

Di mîtîngê de nûnerên her sê însiyatîfan axivîn.

Di axaftinan de hate gotin ku hemû sosyalîst, demokrat û kesên bawermend ‘ên ji bo xwe dibêjin mirovin’ her kes divê li dijî şer rawestin, diyar kir ku kapitalîst li ser mirovan bazirganiya şer dikin.

Hate gotin ku divê Ewropa demildest li dijî polîtîkayên Erdogan bibin xwedî helwest. Mîtîng bi dirûşma ‘Bijî biratiya gelan’ bi dawî bû.