Li Drancy û Atînayê pîrozbahiyên Newrozê
Li bajarê Drancy ê Fransayê û li bajarê Atîna yê Yewnanistanê Newroz bi rengekî girseyî hate pîrozkirin.
Li bajarê Drancy ê Fransayê û li bajarê Atîna yê Yewnanistanê Newroz bi rengekî girseyî hate pîrozkirin.
Li banliyoya Drancy a Fransayê bi dehan ciwan bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jin ên Ciwan ên Têkoşer (TêkoJIN) ji bo pîrozkirina Newrozê di çarçoveya pêngava 'Werin Cenga Azadiyê' de daketin qadan.
Ciwan li ber komeleya Drancy li hev kom bûn û bi stranan û gerandina govendê Newroz pîroz kirin.
ATÎNA
Li paytexta Yewnanistan Atînayê, bi pêşengiya Navenda Çanda Kurd a Demokratîk û TCŞ'ê Newroz hate pîrozkirin.
Pîrozbahî li qada Proto Maîo (1'ê Gulanê) pêk hat. Tevî Kurdan komên çep, sosyalîst û anarşîst ên Yewnanistanê jî tevlî pîrozbahiyê bûn.
Çalakiyê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan destpê kir. Piştre Şakir Garzan bi navê Navenda Çanda Kurd a Demokratîk a Atînayê axivî û qala girîngî û wateya rojê kir.
Piştî axaftinê hunermend Dilovan û hunermendên xwecihî derketin ser dikê. Her wiha Koma Govendê ya Şehîd Dîdar Harûn hunera xwe pêşkêş kir.
Pîrozbahiya Newrozê bi dirûşmên "Bijî Newroz", "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.