BI DÎMEN

Li Draguignanê dagirker hatin protestokirin

Li Draguignanê êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê hatin protestokirin û peyama ku ‘’Wê li hemberî dagirkeran destan were nivîsandin’’ hate dayîn.

Li bajarê Draguignan ê Fransayê Meclîsa Gel û Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) bi armanca protestokirina êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meşek li dar xist. Di çalakiyê de bang li ciwanan hate kirin ku li hemberî êrîşên dagirkeriyê nerazîbûnên xwe nîşan bidin.

Her wiha di çalakiyê de daxuyaniyek jî hate dayîn û naveroka daxuyaniyê bi vî rengî ye:

‘’Em ê bi îdeolojiya Rêber Apo û cesareta şehîdên xwe Asya û Rojgeran şerî mezin bikin û faşîzmê hilweşînin. Me Şoreşa Rojava bi cesareta ciwanan û pêşengtiya jinan pêk anî. Me çeteyên hov ên weke DAÎŞ’ê têk bir û li hemberî dewleta Tirk destana têkoşînê nivîsand. Em niha li ber serkeftineke mezintir in. Dîrokê nîşan da ku bi têkoşîna gelan a birêxistinkirî, faşîzm têk diçe.  Îro dora me ye ku em vê berpirsiyariya dîrokî bigirin ser milên xwe.’’

Ciwanan gelek caran dirûşmeyên "Bijî berxwedana Rojava", "Bijî Serok Apo" û "Bijî Kurdistan" hatin berzkirin.

Di dema protestoyan de komekê rê ji çûnehatê re girt û nerazîbûnên xwe nîşan dan.