Li Dortmûndê şehîd hatin bibîranîn

Li bajarê Dortmûnd ê Elmanyayê Kasim Engîn, Zeyneb Kincaci (Zîlan), Zîn Avesta û Zinarîn Xwînda hatin bibîranîn.

Bîranîn ji aliyê KOMAW, NRW YJK-E û FED MED’ê ve hate organîzekirin, li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Dortmûnê pêk hat.

Bîranîn bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir û piştre jî komeke ji zarokan pêk dihat derket ser dikê ku wêneyên şehîdan li destê wan du zarokan nivîsên li ser şehîdan xwend.

Di bîranînê de sînevîzyona li ser têkoşîna Kasim Engîn, Zîn Avesta, Zinarîn Xwînda hatibû amadekirin hate nîşandan.

Li ser navê KOMAW’ê bavê 2 şehîdan Cemîl Gultekîn, li ser navê Tevgera Jina Kurd a Elmanya aktivîst Nûpelda Mûnzûr, birayê Zîn Avesta Mehmet Emîn Ozdemîr û kurapê Zinarîn Xwînda axivîn.

Di serî de Kasim Engîn, Zeyneb Kinaci (Zîlan) Zîn Avesta, Zinarîn Xwînda hatin bibîranîn.

Gultekîn Kurd li ber tinebûnê bû bi 15’ê Tebaxê ji nû ve zindî bû û got: “Şehîdan hêz û bawerî da Kurdan.”

Nûpelda Mûnzûr jî diyar kir ku Zîlan ji bo wan xeta jina azad e. Mûnzûr a qala Zîn Avesta kir got: “Heval Zîn dîrokeke 26 sal ê tije tekoşîn li pey xwe hişt. Heval Zîn û Kasim ji Ewropa tevlî bûbûn. Qebûl nekirin ku li Ewropa bijîn, ji bo telê xwe çûn têkoşîn kirin. Li ser xeta Zîlan û Bêrîtan meşiyan. Îro jî em li ser xeta wan dimeşin.”

Mûnzûr qala Kasim Engîn jî kir û diyar kir ku ew hevrêyê jinê bû, digot; ‘Jin fermandarên min e, ew çawa bêjin ezê wisa bijîm.’

Di dewama merasîmê de birayê Zîn Avesta Mehmet Emîn Ozdemîr jî şehîd bibîr anî û diyar kir ku Avesta ji Ewropa tevlî gerîla bû û tevlî greva li Belçîka bû û 25 rojan kete girevê û piştre tevlî partiyê bû.