Li dijî Theresa May dengdana bêbaweriyê

Piştî dengdana Brexitê hate taloqkirin, rewşa serokwezîra Brîtanayayê  Theresa Mayê kete qonaxeke nazik û di derbarê wê de pêvajoya bêbaweriyê hate destpêkirin.

Dengdana bêbaweriyê wê roja Çarşembê danê êvarê pêk bê. Serokê Koma parlamenteran a partiya mihafazakar ya li Kamaraya  Avamê ya “Komîteya 1922” Graham Brady, daxuyand ku 48 nameyên ji bo destpêkirina pêvajo pêwîst in berhev kirine.

Graham, eşkere kir ku wê dengdan danê êvarê navbera saetên 19.00 û 21.00’î pêk bê û encamên wê bi lezgînî bên eşkerekirin.

Heke 158 wekîlên Kamaraya Avam di dengdanê de dengê bêbariyê bidin, Theresa May wê ji peywirê bikeve û partiya mihafazakar ji bo bijartina rêveberekî/e din hilbijartinê rêkûpêk bike. Hêjayî bibîrxistinê ye ku ev pêşketin piştî ku Brîtanya ji yekîtiya Ewropayê derketî nêzî 4 meh şûnde pêk hat.