Li dijî tecrîdê li Berlînê çalakî rûniştinê destpê kir

Li Berlînê bi armanca bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgirîkirina berxwedêrên li zîndanan çalakiya rûniştinê destpê kir.

Li ser banga Dîwana Hevserokatiya KCDK-E’yê li Alexanderplatz a Elmanyayê çalakiya rûniştinê ya ya her 5 rojan bê dewirgirtin destpê kir.

Di çalakiyê de Hevserokê KCDK-E’yê Yuksel Koç amade bû û axivî. Koç got: “Greva birçîbûnê ya tevî hemû şertên giran ên li girtîgehan dom dikin, heman demê berxwedana mirovahiyê ye. Berxwedana her diçe mezin dibe, em jî li vir destek dikin, daxwazên wan daxwazên me ne. Bang li hemû sazî, siyasetmedar, rewşenbîr û hunermendan dikin ku li dijî faşîzmê bi erka xwe rabin. Em bi vê zanavbûnê dest bi çalakiyê dikin.

Nûnera Aveg KON’ê Serpîl Aslan jî axivî û got: “Em li Ewropayê ji bo hem pêkanîna rejîma faşîst tehşîr bikin û hem jî daxwazên girtiyan hatine ba hev.”

 Parlementerê Eyaleta Berlînê Hakan Taş jî diyar kir ku weke Dîe Lînke wê şopdarên berxwedêrên girtî bin.