Li dijî tecrîd û dagirkeriyê banga ji bo tevlîbûna Festîvala Çanda Kurd
FCDK-KAWA’yê li hemberî tecrîd û êrîşên dagirkeriyê banga tevlîbûna 32’yemîn Festîvala Çanda Kurdî ya Neteweyî kir.
FCDK-KAWA’yê li hemberî tecrîd û êrîşên dagirkeriyê banga tevlîbûna 32’yemîn Festîvala Çanda Kurdî ya Neteweyî kir.
Federasyona FCDK-KAWA’yê banga tevlîbûna banga 32’yemîn Festîvala Çanda Kurdî ya Neteweyî ya ku wê di 21’ê Îlonê de li Rabstockpark a Frankfurtê were lidarxistin, kir.
Di daxuyaniya ku ji aliyê Hevserokê Federasyona FCDK-KAWA’yê Mehmet Çoban ve hatî dayîn de ev yek hatin gotin:
‘’Em ê di 32’yemîn Festîvala Çanda Kurdî ya Neteweyî ya îsal de bi şîara şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd, dabînkirina azadiya fîzîkî û ji Kurdistanê re statû pîroz bikin. Em hemû gelê xwe vedixwînin festîvalê. Dewleta Tirk bi taybet jî desthilatdariya AKP-MHP’ê ji bo ku deshilatdariya xwe bidomînin, dixwazin gelê Kurd tune bikin. Em Kurdên li Ewropayê dikarin bi awayekî hêsan li hemberî vê yekê bisekinin û asteng bikin.
Ji bo ku 32’yemîn Festîvala Çanda Kurdî ya Neteweyî ya ku em ê di 21’ê Îlonê de li Frankfurtê lidar bixin, bi heybet derbas bibe, em hemû gelê xwe vedixwînin û li benda wan in. Me hemû amadekariyên festîvalê kirine. Em bang li dostên xwe, hemû zarok, ciwan û gelê xwe dikin ku di 21’ê Îlonê de tevlî festîvalê bibin.’’
‘EM XWEDÎ LI RÊBERTIYA XWE Û XWE DERKEVIN’
Hevseroka Federasyona FCDK-KAWA’yê Kerîme Barçinê jî ev yek anîn ziman:
‘’Ji bo şikandina tecrîda li ser Rêbertî em bi taybet bang jin, zarok û ciwanan dikin ku tevlî festîvala me ya 32’yemîn bibin. Îro dema ku em lê dinêrin dewleta Tirk a dagirker û faşîst li Kurdistanê bi hemû derfetên xwe êrîşî li çand, ziman, govend û nivîsên me dike. Em bang li gelê Kurd û gelê meyê li Ewropayê dikin ku divê em tevlî vê festîvalê bibin. Li hemberî dewleta Tirk, qirkerên AKP-MHP’yî û hevkarên wan û îxaneta PDK’ê ji bo xwedîderketina Rêbertiya xwe û xwe werin tevlî festîvalê bibin.’’