Li dijî qeyûman li Romayê çalakiya kon hate destpêkirin
Li dijî desteserkirina şaredariyên HDP’ê yên Amed, Wan û Mêrdînê li paytexta Îtalya Romayê çalakiya kon a du rojan hate destpêkirin.
Li dijî desteserkirina şaredariyên HDP’ê yên Amed, Wan û Mêrdînê li paytexta Îtalya Romayê çalakiya kon a du rojan hate destpêkirin.
Kurdistanî û dostên wan ên li Romayê dijîn li dijî desteserkirina şaredariyên HDP’ê ji bo du rojan dest bi çalakiya kon kirin. Çalakiya ku roja Duşemê saet 11:00’an destpê kir wê heta saet 19:00’an bidome.
Çalakî li ser rêya Largo di Torre Argentîna ya herî qelebalixe pêk hat.
Di roja yekê de belavok hatin belavkirin û banga hestyariyê hate kirin.
Li qadê dirûşmên berxwedanê silav dikin hatin qîrkirin.