Li Dijî Darvekirinê Înîsîyatîfa Hevgirtina Ji bo Er û Dag hate avakirin

Ji bo Mazlûm Dag û Abdurahman Er ên ku li Başûrê Kurdistanê cezayê darvekirinê li wan hatiye birîn, ‘Li Dijî Darvekirinê Înîsîyatîfa Hevgirtina Ji bo Er û Dag’ hate avakirin.

Ji bo Mazlûm Dag û Abdurahman Er ên ku li Başûrê Kurdistanê cezayê darvekirinê li wan hatiye birîn, ‘Li Dijî Darvekirinê Înîsîyatîfa Hevgirtina Ji bo Er û Dag’ hate avakirin.

Demîr Çelîk, Firat Anli, Yûrdûsev Ozsokmenler, Abdûllah Demîrbaş, Nejdet Atalay, Mîne Çetînkaya, Alî Matûr, Gernas Koçer, Necmettîn Er ê ku apê Abdurahman Er e û xizmên Erd û Dag ‘Li Dijî Darvekirinê Înîsîyatîfa Hevgirtina Ji bo Er û Dag’ ava kirin.

Li bajarê Bernê yê Swîsreyê daxuyaniya çapemeniyê hate dayin. Berdevkê înîsîyatîfê Firat Anli diyar kir ku divê li dijî darvekirina ciwanên Kurd têkoşîn were kirin.

Piştre jî Gernas Koçer daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Di 17’ê Tîrmeha 2019’an de li Hewlêrê ya ku paytexta Başûrê Kurdistanê ye bûyerek çêbû. Piştî vê bûyerê Abdurahman Er û Mazlûm Dag jî di nav de gelek kes hatin destgîrkirin. Ev kes piştre hatin girtin û di 11’ê Sibata 2020’an de derxistin dadgehê. Piştî darizandineke kurt Dadgeha Cezayê ya Hewlêrê ya 2’emîn cezayê darvekirinê da Er û Dag. Dosye çû dadgeha temyîzê. Di 22’ê Îlona 2020’an de Dadgeha Temyîzê ya Rêveberiya Herêma Kurdistanê ya Iraqê cezayê darvekirinê pesend kir.Ji bo darvekirinê divê Serokê Herêma Kurdistanê pesend bike. A niha Abdurahman Er û Mazlûm Dag li Hewlêrê di girtîgehê de ne û li benda biryara Serokê Herêma Kurdistanê ye.

Di qanûnên cezayê yê modern û welatên demokratîk cezayê darvekirinê ji qanûnan hatiye derxistin. Hiqûqnas, parêzvanên mafên mirovan û saziyên humanîter li dijî darvekirinê li dinyayê kampanyayên mezin lidarxistin. Hê jî ev mesele di rojeva parêzvanên mafên mirovan de ye.

Em jî li dijî darvekirinê. Em dizanin ku darvekirin ne çare ye û divê darvekirin ji qanûnên cezayê were derxistin. Ji bo ku cezayê darvekirina Abdurahman Er û Mazlûm Dag neyê pesendkirin, em bi malbatan re ne.

Komîteya me li dijî darvekirinê kampanyayê dide destpêkirin. Parêzvanên mafên mirovan, hiqûqnas, demokrat, saziyên humanîter jî di nav de em banga hevgirtinê li hemû kesan dikin.

Em bang li Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dikin ku bila biryara darvekirinê îmze neke û pêşiya darvekirinê bigire.”

Piştî xwendina daxuyaniyê de xuşka Abdurehman Er, Şukran Er jî bang kir.