Li Denderleeûwê bîranîna şehîdan

Gerîlayên HPG’ê Mûrat Dep, Rûbar Dicle û Halîl Şahîn ên 6’ê Çileya 2017’an di encama bomberdûmana balafirên şer ên Tirk ên li Herêmên Parastinê Medyayê de şehîd bibûn hatin bibîranîn.

Gerîlayên HPG’ê Mûrat Dep, Rûbar Dicle û Halîl Şahîn ên 6’ê Çileya 2017’an di encama bomberdûmana balafirên şer ên Tirk ên li Herêmên Parastinê Medyayê de şehîd bibûn li bajarê Denderleeûw ê Belçîkayê hatin bibîranîn.

Bîranîna şehîdan bi tevlîbûna Kurdistaniyên ji welatên din ên Ewropayê hatibûn ve bi deqeyek rêzgirtinê ve destpê kir.

Di bîranînê de sînevîzyoneke ku têkoşîna Mûrat Dep (Ahmet Kiliç) tîne ziman hate nîşandan. Li ser navê malbata Murat Dep apê wî Seyda Şêrîn axivî. Birayê Şehîd Rûbar Dicel Elî Poyraz jî anî ziman ku ew ê şehîdên xwe ti carî ji bîr nekin.

Her wiha Siyasetmedarê Kurd Fûat Kav ê di bîranînê de jî axivî bal kişand ser têkoşîna Kiliç a li Ewropa û got: “Ji bo jiyaneke azad berê xwe da çiyayên Kurdistanê.”

Li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Sûltan Ograş jî bal kişand ser grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdê hatine destpêkirin û diyar kir ku wê çalakvanan bi tenê nehêlin.

Her wiha di dewama bîranînê de dîmeneke ji jiyana Salih Kiliç ê xizmê Mûrat Kiliç ku berê şehîd bûbû jî hate nîşandan.

Meclîsa Gel a Belçîkayê jî peyama xwedîderketina li çalakiya li Strasboûrgê dewam dike, kir.