Li Denderleeuwê bi mexdûrên erdhejê re bernameya piştevaniyê

Li Denderleeuwê, Yekîtiya Jinên Kurd ji bo malbatên ji erdhejê zirer dîtine bernameya piştevanî û alîkariyê li dar xist.

Li bajarê Denderleeûw ê Belçîkayê ji bo kesên di erdheja li navçeya Bazarcix a Mereşê ku di 6’ê Sibatê de çêbû û bandor li 10 bajaran kir, zirer dîtine bernameya piştevanî û alîkariyê hat lidarxistin. Bername ji aliyê jinên Kurd ên li Denderleeuwê ve hat organîzekirin. Gelek kes beşdarî bernameya piştevanî û alîkariyê bûn.

Nûnerê Partiya Keskan a Denderleeuwê Andy De Peter, endamên partiyê, mamosteyên Babîllîonîe Emîlla Vanden Meersch, mamosteyên dildar û xebatkarên xizmetên civakî û gelek nîştecihên Denderleeuwê bi malbatên xwe re beşdarî bernameyê bûn.

Endamên Heyva Sor a Kurdistanê û Jinelojiyê jî piştgirî dan bernameyê. Di axaftinên bernameyê de hat diyar kirin ku erdheja ku navenda wê Mereş e, li 10 bajaran bû sedema wêraniyeke mezin.

Her wiha hat destnîşankirin ku di erdheja Mereş, Amed, Dîlok, Semsûr, Antakya, Adana, Xarpet, Kilis, Osmaniye û Rihayê de bi deh hezaran avahî hilweşiyane û bi deh hezaran kes jiyana xwe ji dest dane.

Alîkariya ku ji bernameya piştevanî û alîkariyê ya Yekîtiya Jinên Kurd ve hat komkirin wê bi rêya Heyva Sor a Kurdistanê ji malbatên ku ji erdhejê zirar dîtine re bên şandin.