Li Den Hag û Londonê êrîşa li hemberî Mexmûrê hat protestokirin

Êrîşên li hemberî Mexmûrê, li bajarê London ê Îngilistanê û bajarê Den Hag ê Hollandayê hat protestokirin.

LONDON

Pêkhateyên Meclisa Gelê Kurd a Londonê, li ber Sefaretxaneya Iraqê ya Îngilistanê, hewila girtina dorê li Mexmûrê, protesto kir.

Bi banga Meclisa Gelê Kurd, komeke qelebalix li ber Sefaretxaneya Iraqê ya Îngilistanê civiya û hewila girtina dorê li Mexmûrê ya artê Iraqê protesto kir. Gava çalakiya protestoyî, bêyî sekin dirûşmeyên ‘’Na ji dagirkeriya emperyalîst a hemberî Mexmûrê re’’, ‘’Artêşa Iraqê, bicehime ji Mexmûrê’’, ‘’Bijî Serok Apo’’ û ‘’Mexmûr Kurdistan e’’ hatin berzkirin û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên KCK’ê hatin hildan.

Ji Meclisa Gelê Kurd Ercan Akbal ku li cihê çalakiyê daxuyanî da, bertek nîşan da ku çima hêzên navneteweyî dengê xwe ji dagirkerî û dorpêça hemberî Mexmûrê re nakin û got: ‘’Emerîka û hêzên herêmî ku dengê xwe ji van êrîşên nemirovî re nakin, ji ber planên wan ên emperyal e. Lê Kurd xwe tu car nadin dest. Baş pê dizanin û divê demildest dev ji van hewildanan ber bidin.’’

Rojhat Heval ku li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Brîtanyayê axivî, diyar kir kir ku ew li dijî hewildanên dijmirovî yên dewleta Tirk û Iraqê yên hemberî Mexmûrê xwe bêyî helwest nakin û wiha got: ‘’Xelkê Mexmûrê, xelkê bakurê Kurdistanê ye ku ji ber polîtîkayên hovane yên dewleta Tirk a terorîst li Mexmûrê ye. Û ev hovîtî ji ber ku xelkê Mexmûrê çong danayne, îro bi destên artêşa Iraqê lê tê dewamkirin. Bila dewleta Iraqê û ya Tirk baş bizanin ku Kurd li ber êrîşên wan serê xwe xwar nakin. Ciwanên Kurd jî wê hesabê vê bixwazin.’’

Şivan Heval jî li ser navê KCDK-Başûr axivî û hewila girtina dorê li Mexmûrê bi tundî şermezar kir.

Çalakî, bi xistina li çepikan û berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.

DEN HAAG

Li dijî hewila girtina dorê li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî ya artêşa Iraqê, daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn.

Emîne Cizîrî ku daxuyanî xwend, bang li hêzên navneteweyî kir û got: ‘’Bi têlan hûn nikarin vîna me ji xwe re bikin dîl.’’

Di daxuyaniyê de îşaret pê hat kirin ku navenda hewila dorpêçkirina Mexmûrê, Tirkiye ye. Jinan, li ser navê Kongra Star, hewila dorpêçkirinê şermezar kir û got ku ew ê her bi xelkê Mexmûrê bin.

Daxuyanî, bi berzkirina dirûşmeya ‘’Bijî berxwedana Mexmûrê’’ qediya.