Bi boneya salvegera Komploya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Den Haag ê Hollandayê çalakiya greva birçîbûnê ya rojekê hate lidarxistin. Di çalakiya greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Ronahî de, êrîşa qirkirina Îmraliyê û Komploya 15’ê Sibatê hatin şermezarkirin.
Çalakvanan gotin, "Azadiya Rêber Apo azadiya me ye" û bang li hemû jinan kirin ku tevlî meşa 17'ê Sibatê ya Kolnê bibin.
Her wiha endamên Meclîsa Jinan a Ronahî mal bi mal geriyan û 200 qertpostalên ku di çarçoveya kampanyayê de berhev kiribûn şandin Îmraliyê.