Li Den Haagê çalakiyên xwedîderketinê

Jinên Kurdistanî yên li bajarê Den Haag a Hollandayê dijîn, bi armanca piştgirîkirina berxwedêrên grevên birçîbûnê çalakî lidar xistin.

Çalakiyên xwedîderketina li berxwedêrên grevên birçîbûnê yên bi pêşengtiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a li dijî tecreîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibûn destpêkirin dewam dikin.

Jinên Kurdistanî yên li bajarê Den Haag a Hollandayê dijîn, bi armanca piştgirîkirina berxwedêrên grevên birçîbûnê çalakî lidar xistin.

Çalakiya li pêşiya Parlementoya Hollandayê hate kirin, bi pêşentiya jinan hate kirin.

Di çalakiyê de belavok hate belavkirin û dirûşmên dilsoziyê hatin qîrkirin.