Li Creîlê Cansiz, Dogan û Şaylemez hatin bîranîn

Bi çalakiyekê li Creîl a Fransayê, ji damezrênera PKK’ê Sakîne Cansiz (Sara), Nûnera KNK a Parîsê Fîgen Dogan (Rojbîn) û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez (Ronahî) ên ku 9’ê Çileya 2013’an li Parîsê hatîn qetilkirin, bibîr anîn.

Çalakiya li Creîlê hatî lidarxistin ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ve hate organîzekirin. Di çalakiya ku qetlîama 9’ê Çileya 2013’an hatî protesokirin de, Cansiz, Dogan û Şaylemez bibîr anîn.

Li ser pirek a li navenda bajêr pankartek bi nivîsa Fransî, “Milîtanên Kurd Leyla, Sakîne û Fîdan 9’ê Çileya 2013’an hatîn qetilkirin” daliqandin.

Heman demê bi dûmanên bi reng jî bal kişandin li ser qetlîamê.

Çalakî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.