Li Cenevre û Strasboûrgê çalakiyên li dijî tecrîdê didome

Gelê Kurd li Cenevre û Strasboûrgê çalakiyên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didomîne.

Çalakiya rûniştinê ya ku gelê Kurd li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li pêşiya ofîsa Cenevreyê ya Neteweyên Yekbûyî dabû destpêkirin di meha 6’an de didome.

Gelê Kurd her roja Çarşemê berxwedana xwe li pêşiya Ofîsa Neteweyên Yekbûyî didomîne.

Di çalakiyê de Hevserokê CDK’ê Salîh Saglam axivî û diyar kir ku pêngava dem dema azadiyê ye bi berxwedana gerîlayên li Herêmên Parastinê yên Medyayê û bi greva birçîbûnê ya ku 189 roj in li girtîgehên dewleta Tirk didome, geş dibe. Saglam bal kişand ser vî tiştî ku peywira wan ev e ku vê berxwedanê geştir bikin.

STRASBOÛRG

Di çarçoveya vê pêngavê de Kurdên li Strasboûrgê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya xwe ya rûniştinê didomîne. Di daxuyaniyê de hate gotin “Li hemberî bêdengiya dewletên Ewropayê heta ku Konseya Ewropayê, Neteweyên Yekbûyî dengê berxwedana gelê Kurd bibihîzin wê çalakiyên me bidome.”

Di çalakiyê de belavokên bi Fransî hate xwendin.