BI DÎMEN

Li Cenevre, Lozan û Sîonê ji CPT’ê re name hatin şandin

Kampaynyaya şandina nameyan a ji CPT’ê re ku li dijî tecrîda Îmraliyê ji aliyê Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê ve hatiye destpêkirin, li Swîsreyê dewam dike.

Bi sedan îmzeyên ku ji aliyê endamên Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) ve li bajarên Cenevre, Lozan û Sionê yên Swîsreyê hatin berhevirin, îro ji CPT re hatin şandin.

CENEVRE

Bi sedan îmzeyên ku ji aliyê Înîsiyatîfa Jinê ya Sema Yuce ve hatin komkirin, ji postexaneya Mont-Blancê ji bo CPT’yê re hatin şandin.

Li ser navê Înîsiyatîfê Tuba Yilmaz daxuyanî da û destnîşan kir ku tecrîda mutleq a li ser Abdullah Ocalan nayê qebûlkirin û bang li CPT kir ku berpirsyariya xwe bi cih bîne.

LOZAN

Endamên Meclîsa Jinê ya Lajîn li ber Postexaneya Riponne li hev civiyan  û nameyên îmzekirî dan posteyê.

Li ser navê Meclîsê Rûken Azîk têkildarî kampanyaya şandina nameyan ji CPT’ê re ku ji aliyê TJK-E ve hatiye destpêkirin agahî da. Rûken Azîk got: “Zêdeyî 3 sal in ti agahî ji Rêber Apo nikarin bigirin. CPT neçar e ku guh bide gelê Kurd û berpirsyariya xwe bi cih bîne.

Piştî daxuyaniyê nameyên îmzekirî yên gelek siyasetmedar, hunermend û kesên naskirî  ji CPT re hatin şandin.

SÎON

Endamên Înîsiyatîfa Jinê ya Kantona Valaisê jî li ber postexaneya navendî ya li paytext Sîonê li hev civiyan. Nurdan Ateş li vir daxuyanî da û bal kişand ser kampanyaya ku di 10'ê Cotmeha 2023'an de hatiye destpêkirin û wiha got: “Di çarçoveya ‘Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî’ de li tevahiya cîhanê bi taybet li Ewropayê kampanyaya şandina nameyan ji CPT’ê re hat destpêkirin. Em di 2’emîn qonaxa pêngavê de îro ji bo ku CPT berpirsiyariyên xwe bi cih bîne, nameyên îmzekirî dişînin.”

Piştre nameyên îmzekirî ji CPT’ê re hatin şandin.

Endamên YJK-S’ê sibê li Zurîhê, 21’ê Hezîranê li Aarau, 22’ê Hezîranê li Baselê ji CPT’ê îmzeyan bişînin.