Li Bûlgaristanê di nava sê salan de cara 7’emîne hilbijartina parlamentoyê pêk tê

Bûlgaristan ku weke welatê herî xizan ê Yekîtiya Ewropayê tê nirxandin, ji bo hilbijartinê diçin ser sindoqan. Ji sala 2021'an û vir ve cara 7’emîn e ji bo parlamentoyê deng bikar tîne.

Bûlgaristan vê Yekşemê ji bo hilbijartinên pêşwext a parlamentoya nû diçe ser sindoqan. Alîgirê Rûsya Vazrajdane (Ronesans) ku weke netewperest tên binav kirin, li qada siyasî cihekî xurt digire.

Ji sala 2021’an û vir ve hilbijartina parlementoyê cara 7’emîne tê pêk anîn. Ji ber krîza siyasî gel bêhêvî û bi fikar xuya dike. Krîza siyasî ya heyî weke krîza herî giran a ji sala 1989'an û vir ve tê nirxandin. Krîz rê li ber xurtbûna Vazrajdane vekir.

Li gorî anketan, partiya Welatiyên Lîberal-Mûxafazakar ji bo Pêşketina Bûlgaristan a Ewropayê (GERB) a bi rêbertiya serokwezîrê berê Boyko Borîsov, wê bi qasî ji sedî 26 ê dengan bi dest bixe. 

Anket, nîşan didin ku wê tevlîbûn di hilbijartinan de jî kêm be. Beriya niha bi 5 mehan, bi tenê ji sedî 34 ê hilbijêran çûbûn ser sindoqan. Ev asta tevlîbûnê ya herî kêm ji hilweşîna komunîzmê ya beriya 35 salan û vir ve ye.

Tê payîn ku encamên destpêkê yên hilbijartinê saet li dora 20:00’an ji sindoqan derkevin.