Li Brûkselê êrîşên dagirkerî yê dewleta Tirk hatin protestokirin

Li paytexta Belçîka Brûkselê dagirkerî û qiekeriya ku dewleta Tirk li ser Bakurê Rojhilatê Sûriyê pêk tîne, bi çalakiyekê hate protestokirin.

Çalakî ji aliyê NAV-BEL û dostên Kurdistaniyan ve hate organîzekirin û gelek kes tevlî bûn.

Di mîtînga ku li meydana Central a Garê pêkhatî de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alayên YPG û YPJ’ê hatin bilindkirin. Gel pankartekî ku li ser hatibû nivîsîn “Êrîşên Tirk a li ser Rojava bidin sekinandin” , “Erdoganê kujer, ji Rojava bicehime” û “Êrîşên Tirka ya li ser gelên Sûriyeyê bidin sekinandin” vekiribû û di vê çarçoveyê de dirûşm berz kirin.

Mîtîng bi rêzgirtina ji bo giyana şehîdan dest pê kir. Di axaftinan de hate diyar kirin ku berxwedaneke mezin li dijî êrîşên dagirkeriya Tirkiyê  ya li ser Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê heye.

Mîtîng bi dirûşmeyên “Erdoganê terorîst” û “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.