Li Brukselê bi hezaran kesan êrîşên dagirker protesto kirin

Ji bo protestokirina êrîşên dagirker ên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Brukselê meşek û mîtîngek hate lidarxistin.

Bi tevlêbûna bi hezaran kesên ji Fransa, Elmanya, Hollanda û Belçîkayê meşek hate lidarxistin. Meş bi mîtînga li meydana Gare Centralê bi dawî bû.

Di meşê de alayên YPG û YPJ’ê û posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate hildan û êrîşên dagirker ên dewleta Tirk hatin protesto kirin

Di mîtîngê de Hevserokê PYD’ê Şahoz Hesen got ku “Em bang li hemû hêzên demokrasiyê dikin ku, gelê Kurd yek e. Bila werin ligel me têbikoşin.”

Di mîtîngê de hunermend Şivan Perwer jî axivî û got ku “Rojava hemû Kurd anîne ba hev û ev şansek e.”

Senatorê Partiya NVA a Belçîkayê Mark Demesmaeker jî diyar kir ku ew piştgiriyê dide têkoşîna gelê Kurd.

Robert de Lîlle yê ji Partiya Keskan a Belçîkayê peyamên piştgiriya bo gelê Kurd da.