Li Brukselê bi deh hezaran kes ji bo avhewayê daketin qadan

Bi banga 80 organîzasyonan ku bi navê 'Koalîsyona Avhewayê' li hev civiyan, li paytext Brukselê duyemîn meşa herî mezin a avhewayê hate lidarxistin.

Meşa destpêkê ya mezin a avhewayê beriya destpêkirina şewba vîrûsa koronayê, çend hefte beriya civîna bilind a COP26 a navneteweyî li paytexta Belçîka Brukselê pêk hatibû.

Meşê ji stasyona Bruksel-Bakur dest pê kir û heta Parc du Cinquantenaireyê bi 3 kîlometreyan dewam kir. Li gorî polîsan herî kêm 25 hezar kes, li gorî amadekaran jî 70 hezar kes tevlî bûn.

Di meşê de ku roja Yekşemê pêk hat, peyama 'Dem hatiye ku bi çalakiya radîkal guhertina rêk û pêk were kirin. Ev yek pêwendiya xwe bi hebûna mirovan re heye."

Ji bo xwepêşandanê ku siyasetmedarên Belçîkî jî tevlî bûn, nêzî 80 rêxistinên ser bi 'Koalîsyona Avhewayê' bang kirin.

Xwepêşandan piştî lehiya mezin a ku meha Tîrmehê bandor li Belçîkayê kir, hîn bi wate bû.